• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi






  •      

     


    Banga keça kurd!!!
    mafê mirova

    Zeyneb Celalyana jineke kurd e. 27 saliye û li Îranê di hepsê de ye. Cezayê wê îdam e û ji terefî Mekema Îranê ya bilind ve hatiye tesdîq kirin. Niha li benda îdama xwe ye.

    Zeyneb bi saya malbata xwe nameyek ji rêxistinên mafê mirovan re şand. Di nameya xwe de bi kurtasî wiha di bêje;

    “Ez, li benda îdamê me. Bê parêzer hatim mehkeme kirin û mehkemê bi tevahî sê-çar deqîqan domand. Di encamê de mehkemê hinceta biryara xwe wiha anî ziman: ‘Tu dijminê xwedêyî. Wekî hemû dijmênên xwedê tu jî dê di demeke nêzîk de werê îdam kirin’

    Zeyneb di nameya xwe de wiha di domîne; Her daim di bin işkencê û muameleya xerab de dijîm. Ji bona xatirxwestinê jî izin nedan ku dê û bavê xwe bibînim. Ez li benda alîkariya hemû parêzvanên mafê mirova me.”

    Ji bo Zeyneb Celaliyan kampanya

    Lînka kampanya îmzayan a li ser Zeyneb Celaliyan li jêr e. Wek hûn jî dizanin rejîma Iranê dixwaze Zeyneb Celaliyan idam bike. Metnê imzan bi Ingilizî ye û imza arste rast digihîjin destê Sekreterê Yekîtiya Miletan Ban Ki mon. Ger hûn di malperên xwe de cîh bidin lînkê û ger em bikaribin hejmara îmzayan zêdêtir bikin, dibe ku em bikaribin pêsî li idama Zeyneb bigrin.

    Lînka kampanya îmzayan ev:

    http://www.gopetition.com/online/32434.html

    www.welatperwer.com
    30.11.2009


     
         
       
     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur