• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi






  •    

     


    Bizên xurî, pere xwudî xwe xwer
    Ahmet Gezer

    Bizên kû xûrî a here nanê şivan bixwe, bizên xurî pere xwudî xwe xwer.

    5 hezar qayme pere ve çaxe acer derkatine , 5 hezar pirr perena û bi qîmetin jî , ku em bi îro re beram berî hewdu bikinî mîna 500 hezarî nêha ye.

    Bizênê bi înadin. Kerrî pez kû mexel hat, şivane bi bizêne re mujil buwe. Bizên di nav pez da mexel neîn, yê tîm ji nav pez veqatin. Bizênê herin di hortê golê de li ser kevir mexelên. Bizên di nav pez de naçêrin ê herin di harim, baxça, zevî û zîyana kevin. Bizên di nav pez de , mîna pez dokime naxwin, ê helkişîn ser heviz bixwin.
    Jî ber ve şivan û xwudî bizêna tim
    bi bizêna re şeng û beng dibin.
     
    Piranî yê Kurdan devare xwe bi maldarî dikirin. Hez kirin, dil û dildarî,êwîndarî xort û keça, klam , bilûr, qasîde û bêt gotin.Xemgînî, şa bun, jêhatî mêrxasî, pesandin, malewanî û kevanî tim û tim li ser bi gêredayê pez û bizêna ve hatî gotin.

    Wa çêroka li navçê Încove di dema xwe de qewîmî, hênek raste, hûnandin û li hev anîn ji alî nivîskar de pêk hat.Bûyer ji hênek ve dest pê dike û rastê çêroke bi hûnandin û li hev anîne ve meselê xweş dike. Kurd, hekat û mesale xwe bi dewkî xweş û gêş dikin. Min jî xwest bi xwendawanen re we çêroke parve kim.     

    Mêrik bizêne xwe hebu ne, dema bizên qusandine vê. Bana der û cîrane xwe dike, dibe bi min re bizêna bibîrin.Der û cîran li tigên hevdu, je re bizêna dibîrîn. 5 hezar qayme pere ve çaxe acer derkatine , 5 hezar pirr perena û bi qîmetin jî , ku em bi îro re beram berî hewdu bikinî mîna 500 hezarî nêha ye. Mêrik ve roje pere di berîka ceketê xwe de bune, çiqas pere bune mêrik ve jî nizane. Şuna kû ceketê xwe bi darxistî, zêda ne bilind bu ye.Mêrik û cîrane ku pê re bizêna bibîrin, dest bi bêre dikin.
    Pez bêrandin jî buyereka mezin bu, di dema xwe de. Neh, deh mêrî li dicêwîn pez dibêrin. Bi yên ku pez dibêrin re digotin “ Qusîsî” yên ku pez rind, zû û li qêrarekî bê birin pak, pakêj û li reqekî 50 pezê dibêrin re digotin qusîsî. Berê bi hebrênge dibêrîn , ji dûwa meqes jî derket.


      
    Bizênek davê xwe dike berîka mêrik 5 hezar pere mêrik bi devî xwe derdîxe û dîcû û dixwe.
    Ji nîvro bi şunda mêrik pê dihese kû 5 hezar pere wê tûnen, wirde û êwa li pere digere nabîne.
    Tê bîra mêrik ceketê xwe li hewşe (hevlî) bi derxisti bu , di niqitê fikra mêrik bizêna pere wê xwerin.

    Di vê navbere da cirane xwe tê ba wê , hal û meselê ji cirane xwe re jî dibeja.
    Herduk jî dikevin hûndire goome , li der û deşta mêzedikin pera nabînin.
                                                                                                                 

    Bizên piştî nîvro di hevlî de mexel hatine, mêrik berê xwe dide bizêna bizênek dûka ye. Mêrik bi cirane xwe re dibe ve bizêne dûka ye, ez bêm vê pere min xarin ê loma pirr dûka ye. Ware em vê bizêne şer jêkin?
    Mêzkin ka 5 hezar pere di hûre vê de heye? Bizêna kû dûka yê şer jedikin, hûre vê mêzdikin pera di hûre vê bizêne de tûne.

    Mêrik û ciran dîsa vedigerin hûndire hevlî, mêrik dibe ve bizêne kû çave xwe gevir kirî şaş mêzedike ez bêm  vê pere xwer. Ware em vê şer jekinî? Vê bêzine jî şerje dikin, pere di hûre vê da jî tûnen.

    Dîsa tên hevlî mêrik dibe vê bêzine serî xwe di herdê re birî,ez bêm vê pere min xerin  ware em vê bizêne jî şerje kinî. Pere di hûre vê bêzine de jî dernakevin.
    Mêrik înad kirî ye kû pere xwe bibîne, dibe vê bêzine çavê xwe kirpand. Ez bêm pere vê xarin û vê jî şerje dike , bizêna ku çavê xwe kirpandî jî şerjêdikin pera di hûre vê de jî tûnen.
    Dîsa tên hevlî, bizênek qet nalêve û bê hareketa.
    Mêrik dibe maka oynîke vê gemî, ez bêm avê me dixapîne ve pere xwarin û vê bêzine jî şerje dikin. Di hûre vê da jî pere dernakeve.

    Bi dor bi dor bizêna penca (5) û  şeşan (6) jî şerje dikin pera di hûre wan bizêna de jî dernaket.

    Bizêne heftan bi tenê dimîne, mêrik dibe ezê vê bêzine jî şerje kim. Azê ji xwe wa bi xûya kirin bidim û qaxî bi ber serî xwe dim, bizêna heftan jî şerje dike.  5 hezar pere yê xwe di hûre vê bizêna heftan de dibîne.
    Mêrik li dawî ye dawî 5 hezar pere xwe dîn û pê şa bu.

    De vê care mêrike me hesabe heft nekir, çiqes pere digre.

       
       
     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur