|
Tirsa Tato
Ecewîd Yildirim
Dem pir nêzik bûbû. Tenê şevek mabû. Haziriya xwe jî min gî kiribû. Di nav cîya da min xwe vir da û wir da çex dikir, lê xew nedikete çavên min. Her ku min di pencerê ra li stêrkên li ezmanan mês dikir, gundê me dihate bîra min. Min qet nedi zanibû ku bi hatina Almanyê min rind kiribû, yan jî neçê kiribû?
Weke malbat em hîn ecer ji gund hat ibûn Almanyê. Bi qasî hefteyekî derbas bûbû. Lê ez dîsa jî hînî Almanyê nebûbûm. Ji ber gava ez li gund bûm, her tişt li gora dilê min bû. Bi kalê xwe Hamoyê Yaylê va me tu bajar nedihiştin, em digeriyan. Bajarên wek Qonya, Enqere, Mêrsîn û Îzmîr min gî dîbûn. Ji xwe qirqawa Qulekîyê jî ji min ra mîna nava gundê me bû. Em her ro lê bûn. Gava apê min Bilo bi qamyonê ji seferê dihate mal, dîrek siyona qamyonê dida dest min û em pê li nava gund çex dibûn.
Şîxosmanê xalê Şehmed jî hostê ker-kuçika bû.
Pir caran gava ew diçû gundê cîran Burnaxlîyê keran bidize, ez jî bi xwe ra dibirim. Gava me ker didizîn jî, me ew dianîn gund û em bi têra dilê xwe lê diniştin. Bi gotineke din, jîyana li gund pir şên derbas dibû. Lê belê Almanya ne weng bû.
Her kes bi berbanga sibê ra radibûn diçûn li fabrikayan kar dikirin. Bi êvarê ku jê dihatin jî, ku teng nan-mane xwe dixwarin şunda, xwe tenekê dirêj diki rin û dora dina ya royê jî dîsa bi heman şiklê dewam dikirin. Ji xwe min nedix west ku werim Almanyê. Gava bavê min ji Almanyê ji bo ku etkê min û min bi xwe ra bibe hatibû gund, min gotibû:
–Ez tu narim Almanyê!“ Wê çaxê kalê min ez bi Tato îqna ki ribûm. Kalê min bi min ra gotibû:
–Xorto niha zemanê te yê mektewê hat. Tu yê mecbûr herî mektewê. Ku tu li gund mayî tu yê herî ber Tato. Tu çûyî Almanyê tu yê jê xelas bibî. Him jî, mehlîmên Almanan mîna Tato li talebey an naxin, jê hez dikin!“ Ku min navê Tato mosteyê dibistana sereta bû. Ew li gund bi tundbûna xwe bi nav deng bû. Talebe gî jê hundirqetî bûbûn. Hekatên di heqê wî da jî min pir bihîstibûn. Hevalên ku diçûn ber wî, tim qala wî û çoyê wî dikirin. Digotin;
–Tato çoyekî xwe heye û li ser jî Vicdansiz Tato nivîsandiye." Carekê Resulî mala Erewî Alşêr qal ki ribû û gotibû;
–Ji ber ku wî bersiva pirsa wî nizaniye, bi têra qûweta xwe tiliyên wî ço kiriye.
Hevalê min Harûnî Henikê jî digot; Ji ber ku ew carekê dereng çûye mektewê, Tato bi şelmaqa li ber wî dawestiyaye.
Wek kurikekî ku heta wê rokê tu aza rek nebihistî, çexê kalê xwe bûm û min pê ra got:
–”Temam, ez ê herim Almanyê. Lê ku mehlîmên wana jî mina Tato li min xistin, ez ê ji nû ve werim gund!” Hatina min ya Almanyê encama wê lihevkirinê bû.
Gava şev bûbû nîvê şevê, ji hêlekê ve bîranînên min yên gund, ji hêlekê ve jî pirsa rewşa mamosteyên Alman û heyeca na destpêka dibistanê mîna vijikê di sere min ra derbas dibûn. Teve wan xewn û xeyalan, min cikê mês kir etika min bane min dike û dibê:
–De raw-rawe, tu yê herî mektewê.
Demekî ez weng di xew da çûme. Ez ji cîlê rabûm ser xwe, min kincên xwe li xwe kirin, dest-serçavên xwe şuştin, zikê xwe bi nanê ku etkê min hazir kiribû têr kir, tûrikê xwe avête pişta xwe û bi bavê xwe va me da rêya dibistanê. Di rê da tirs, xof û senaryoyên her cureyî di serê min ra derbas dibûn. Her çiqas kalê min gotibû, ku mehlîmên Alman ji kurikan hez dikin, dîsa jî tirsa ku ew ne weng bin dilê min dagirtibû. Lê ku ew jî kurikan ço bikin? Lê ku ew ji Tato êvatir bin?
Him ku ne weng bin jî, min dê bi zimanê almanî çir kira? Ji xwe min bi al manî ji „Ja“ û „Nein“ bêhtir tu tiştek ned izanî bû.
Bi wan hestên tevlihev em gihîşitbûn dibistanê. Bavê min çû li ber derîyê sini fekê dawestî û lê tikand. Gava wî li derî dixist, dilê min jî bi heman rîtmê kutekut bû. Hêcana min gihîştibû asta herî bilind. Tirsa min yek jî ew bû ku mehlîm ji min tiştekî bipirse û ez jî nikanibim ber siva wî bidim!
Li wê nema ji hundir dengê jinikekê hat û got:
–Ja
Ku min dengê jinikê bihîst, heş û aqilê min bi tevahî li ber hev şaş bûn. Ji ber ku Tato mêr bû, min qet şike mehlîmeke jin nebiri bû. Ez tim li benda mamosteyekî mêr bûm. Hîn ku min hesabê mehlîmên jin û mêr dikir ku kîjan ji min ra rind be, bavê min derî vekir û mehlîma jin ji min va xay kir.
Wekî ku ji dengê wê jî dîyar bû, mehlîm jinikek bû. Bejneke wê ya qut û zirav, porekî qij û berçavikek gir jî di çava da hebû. Merî li halê wê mês dikir jê ditir siya. Bavê min çû ber masa mamosteyê û bi almanî dest bi dengkirinê kir. Ku wana deng dikirin, min jî di taldîyê bavê xwe da suyê xwe dirêj dikir û li der û dora masa mamosteyê li ço digeriyam. Lê belê li der û dora masê tu tiştekî ku dişibe ço-mo li çavên min neqelibî.
Pir necû bavê min çerxî min bû û got:
–Ez ê niha herim mal. Ev jinika jî mehlîma te ye. Di sinifê da rihet rûne, gurê mehlîma xwe bike û kesî jî eciz me ke.“ Bi wê şîretê bavê min sinif terk kir, derket û çû.
Ku bavê min ji sinifê derket, mamos teyê li min mês kir û bi almanî bi min ra dest bi dengkirinê kir. Ya ku ez jê tirsiya bûm niha hatibû serê min. Min ji gotinên wê tu tiştek fam nekiribû. Min nikanîbû devê xwe jî vekim. Min tenê serê xwe kir ber xwe û bê ku di xwe da bilivim di şûna xwe da dawestîm. Mamosteyê dengkirina xwe dewam kir. Qala çi dikir û çi nedikir qet nizanim. Lê belê mamoste bi dengekî kîbar û nazik deng dikir. Ne bi dengekî hêrs. Piştî demekî mamoste ji şûna xwe rabû û hat ba min. Bi destê min girt, ez bi rim birim paşiya sinifê û li kêleka lawikekî esmer bi şûn kirim. Paşê ji nû ve vegeriya şuna xwe û berdewamiya dersdanê kir.
Ez niha bûbûm şagirtekî dibistana Alman. Bibe nebe min qalkirinên di heqê Tato û kiryarên mamosteya Alman di da ber hev. Di encama wê berhevdanê de derdikete holê ku di navbera wan herduy an de ferqeke wek reş û spî heye.
Berevajî Tato, mamosteya Alman ne çoyekî xwe hebû, ne li şagirtan dixist û ne jî li wan hêrs dibû. Wê bi awayeke xweşik ders dida şagirtan û min jî ji xwe ra guh dida ser wê.
Di berdewamiya dersê de mêla min kişand ku xêr ji lawikê esmer yê li kêleka min bêhtir, herkes teve dersê dibe. Tenê ew mîna min bêdeng li şûna xwe rûdinişt. Min di ber xwe da digot;
–Gelo ev lawika kî ye, çi tewa ye? Çima ew jî mîna min qet deng nake? Ma ew jî mîna min ecer ji gund nehatibe vê derê?
Min lawikê esmer meraq dikir û dixwest wî nas bikim. Min berê xwe ber vê kir û got:
–Navê te çî ye lo?
Lawikê esmer li min vegerand û bi dengekî neyênî got:“Ne diyon len? Doğru konuşsana!“
Derdê ku pê nemirî! Tirsa min tim al manî bû, lê niha tirkî jî lê zêde bûbû.
Ji ber ku ez li gund neçûbûm dibistanê min tenê kurmancî dizanîbû.
Min tirkî fam dikir, lê nedikanî deng bikim. band. Ew jî gava em bi kalê xwe va diçûn Qulekîyê û bajaran ez fêr bûbûm.
De tu were wê, hişyarkirina bi rast dengkirina tirkî jî li min bi qar hatibû. Loma min di hindurê xwe de digot;
Çi dibe ma bibe ez ê bi vî lawikî ra tirkî deng kim. Min careke din berê xwe bervê kir û got:
–Senin adın ne lo? Lawkê esmer got: Benim adım Ünal. Senin adin ne ? Min jî got:
–”Benim adim jî Ecewîd.”
Bi vê diyalogê baweriya min zêde bûbû û min dixwest bi pirsa ku ka ew almanî di zane dewam bikim. Min lê mês kir û got:
–”Sen almanca biliyon?
Lêwik got:
–” Yok bilmiyorum.” Vê care bi mer aq min jê pirsî:
–”Sende jî Türkiye’den ecer geldin buraya? Lawikê esmer careke din dengê xwe bilind kir û got:
–”Ne biçim konuşuyon len, anlami yom seni.” Ji bersiv û helwesta lêwik min anîbû der ku em bi tirkî nikanin bi hev ra deng bikin. Ji hêla din ve, tirkî ji min ra bûbû mesela prestijê. Min di ber xwe de got; „Madem ez bi tirkî nikanim deng kim, ez jî dê bi tirkî kilama jê ra bistirêm.“ Min careke din di lêwik kuta û got:
–”Ben tirkî bilmiyom ama tirkî kil am biliyom!” Lawikê xizan ji nav tirkîya min dernediket û tenê bi awayeke mat mayî li min mês dikir. Tevî wê min dest bi kilamê kir:
Oy oy oy oy Emine,
Çekme beni Emine,
Ben seni çok seviyem lê,
Imanima dinime……
Hîn ku min kilama xwe teva nekiribû mamosteyê bi dengekî bilind navê min hilda û bi almanî çend gotin li dû hev rêz kirin. Her çiqas min bi almanî nizanîbû jî, bi hişyarkirina wê ez ber da çûbûm. Lê hişyariya wê ne xema min bû. Ez bi der dê dengkirina tirkî de ketibûm. Ji xwe ew ne Tato bû jî. Wê ne çoyekî xwe hebû û ne jî li şagirtan dixist. Lê min dîsa jî dengê xwe birîbû. Ku mamosteyê ji nû ve dest bi dersdanê kir, min jî hay li kilama xwe ya din kir:
Ayaxinda qundura,
Yar gelir dura dura,
Ölürem ben ölürem way……
Min cikê mês kir, mamosteyê careke din bi dengekî bilindtir navê min hilda û bi almanî çend tişt gotin. Ji îşmara ku li min kirî jî min fam kiribû ku bang li min dike. Ez bi awayeke ji xwe bi bawer ji şûna xwe rabûm ku herim ba mamosteyê. Bi rê da ez difikirîm ku li hember wê ez çir bikim. Ji xwe min sûcê xwe jî dizanîbû. Lê ne xema min bû. Min di ber xwe da di got; gava wê tiştek bi min ra got, ez dê her du şorên almanî ku min dizanîbûn jê ra di rêzê kim. Ez ê carekê bêm „ja“ û carekê jî bêm „nein.“ Hêviya min ew bû ku bi wî awayî xwe ji nav meselê derxim.
Gavâ ez hatibûm ber masa mamos teyê, bêdengiyeke xof çar hêlên sinifê da girtibû. Çavên şagirtan tev li min û ma mosteyê bûn. Mamosteyê jî wekî ku min texmîn kiribû, pirsek bi pirseke din ve girê dida. Her ku wê ji min pirs pirs diki rin, min jî ja û nein dikirin rêzê. Min cikê digot „ja“ û cikê digot „nein“. Piştî de mekê mamosteyê dawî li pirsên xwe anî û ji kotika masê kêrek derxist. Gava min kêr dît, ez ketim nav tirs û gumanan. Mamoste kêr danî ser masê û bi almanî careke din tiştek got. Lê belê vê carê dev li min ve nebûbû. Mîna cara paşîyê min nikanîbû bêm çit jî. Dû re mamosteyê care ke din kotika masê vekir û jê şêriteke ban da birinê derxist. Ku min banda birînê dit, ning di bin min da sist bûbûn. Min di ber xwe de digot; „Va jinikê pîs û meh de yê ku min şerjê ke çi ye? Xaskê ez bi ço û kutên Tato bihatama ser. Qet nebe wî kêr–mêra xwe tune bû.“
Mamosteyê kêr kir dest xwe û banda birînê bi qasî lepekê birî. Naylona li ser jî dirand û bi dest îşmara min kir ku ez nêzîkî wê bibim. Vê carê min ew fam kiribû û bi zanebûn serê bakir û got: „Nein.“ Ser wê re mamoste ji şûna xwe rabû û ber ve min hat. Bi serê min girt û banda birînê girt bi ser devê min de nuskand. Ku çing mamosteyê banda birînê bi devê min da nuskand, vîqe-vîq bi ser şagirtan ketibû. Şagirt gî bi hev ra bi min dikeniyan. Min pir fedî kiribû. Ji fediya ra ez sur–purtkî bûbûm.
Gava mamosteyê ez ji nû ve şandim şûna xwe, bi ser da jî lawikê tirk bi min
ra got: –„Şimarirsan, öğretmen de sana böyle yapar işte!“ Min qet dengê xwe nekir heta ku wê rokê dibistan bi dawî bûbû.
Bi dawîbûna dersê, mamoste hat û banda birînê ji devê min kir. Tiliya îşaretê jî li min ba dikir, mîna ku bibê; „Careke din di sinifê de kilama bistirê, ez wê çaxê ji te ra dizanim.“
Gava ez hatim mal, min qet dengê xwe nekir. Ser wê re etikê min got:
–“Tu çima qet deng nakî, qala mekte wa xwe nakî?"
Min got:
– “Tişt tune lê.” Etika min bi bersiva min nehatibû ser û got: –„Na na, tiştekî te heye. Ku çi derdê te heye, ji min ra bê.” Ser wê re, min hal û hekata xwe yek bi
yek jê re got. Etikê min jî:
–”Te xwe şaş kiriye? Tu ji xudê be la xwe dixwazî? Te li mektewa gund ki lam bigotana, Tato yê ji te ra kat kira. Tu mehlîmê alman heyne bi ser sere xwe de!”
|