• Hûn bi xêr hatin - - Malpera Gundê Tawliya - - Sayfamıza Hoşgeldiniz - - Tavlıören Köyü Sitesi






  •    

     


    Filmê CHE ket vîzyonê
    Meral Çîçek

    Derhênerê DYA’yî Steven Soderbergh demek e dirêj bu ku li ser filmekê di xebiti. film di derheqa jîyana şorgerê mezin Ernesto Che Guevara bu. Lig gora nûça rojnama Azadiya Welat kişandina film xelas bu û cara yekem li ewropa, bi navê ‘Arjantînî-Che’ kete vizyonê.

    Nûça ku di Azadiya Welat de hatibu weşandin li jêr e.

    FîLMÊ ŞOREŞGEREKÎ NAVNETEWEYÎ

    Di perdeya spî de nivîsa ‘Gulan 1964-Havan’ derdikeve. Kameraya ku reş û spî dikişîne li ser detayan disekine û detayan dikişîne.

    Di ekranê de botên reş, mîkrofoneke ku
    li ser pêsîrê hatiye bi cih kirin û di destekî
    de puroya Havanayê ya navûdeng li hember pirsa ku jê hatiya pirsîn dikene. Pirs ev e: “Ger hewldanên DYA’yê yên ji bo alîkariya gelên Amerîkaya Latîn bi ser bikeve, çînên serdest reformên reşberiyê û vergiyê erê bikin, standartên jiyanê bilind bibin gelo peyama ku Şoreşa Kubayê hêza xwe winda neke?”

    Fîlmê derhênerê DYA’yî Steven Soderbergh ku demek e dirêj e hezkiriyên sînemayê li bendê ne beşa yekem ya bi navê ‘Arjantînî-Che’ li Ewropayê kete vîzyonê. Derhêner Soderbergh yekem fîlmê xwe ya bi navê ‘Derewên Seksê’ ve di sala 1989’an de xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt û wisa xuya dike ku derhêner ji bo kişandina vê fîlmê gelek zehmetî kişandiye. Bêguman Che bi wêneyê xwe ve ji aliyê hemû cîhanê dihat nasîn û bi fîlmekî ve vegotina têkoşîn, takekesî û jiyana wî zehmet bû. Derhêner Walter Salles bi fîlmê ‘Rojnivîska Motosîkletê’ ku di sala 2004’an de hatibû kişandin de tenê cih dabû gera Che ya başûrê Amerîkayê.

    Derhêner Steven Soderbergh jî di fîlmê ‘Che – Arjantinli’de bi vegotina jiyana şoreşgerekî enternasyonalîst bêtir cih daye dema ku Che bûye fermandar. Fîlm bi rastî hevhatina doxtirê ciwan Ernesto Guevara (Benicio del Toro) û fermandarê Tevgera 26’ê Tîrmehê Fîdel Castro (Demian Bichir) ya ku di tîrmeha 1955’an de ya li Meksîkayê ve destpê dike. Nêzî sal nivekê 26’ê sermawêza 1956’an bi tevî 79 rêhevalên xwe ji bo destpêkirina şoreşa Kubayê sirguniyê vedigerin. Ev seruvena ku 81 kesî ve destpê kir di demek e kurt de dibe tevgera azadiya gel. Che pêvçûna Santa Clara ya di sala 1958’an meha kanunê de li hember cuntayê bi ser dikeve bijîşkê arjantînî piştî şerê 2 salan dibe fermandar.

    Derhêner Steven Soderbergh bi vê fîlmê ve îmze avêtê xebateke cuda. Mînak di fîlmê Îskender an jî Breheart de vegotinên klasîk cih digire û di van fîlman de leheng bi kişandinên nêz û fon muzîkê ve dramatîze dibe û di vê fîlmê de kişandinên nêz bi qasî ku bibêjin nîn e cih digire. Derhêner ji aliyekî ve li ser Che disekine û çawa ku dibe fermandarê şoreşekî vedibêje ji aliyê din jî lehengê xwe ji rêhevalên wî naqetîne. Ji ber ku Ernesto Guevara ji xwe berê nebû ‘Commandante Che’ rastiyeke ku ew kir e Che heye û derhêner jî li ser vê rastiyê disekine. Ji ber ku di dawiya fîlmê de ku zimanê fîlmê yê orîjînal bi îngîlîzî nîn e îspanyayî ye de di encama şerê Santa Clara de li meydana Santa Clarayê de ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin tê gel ji bo kirinên wî dixwazin spasiyên xwe pêşkeşî wî bikin û ev jî dibêje spasiyên xwe pêşkeşî hemû şervanên ku li vir dibînî bike.

    Fîlmê ‘Che-Arjantînî’ bi taybet jî cih dide takekesiya şoreşgeriya Che, şerê fermandar Che ne tenê ji bo azadiya axên Amerîkaya Latîn e û têkoşîneke ku ji bo afirandina civakeke li ser esasên sosyalîzmê bê avakirin e. Bêguman şoreş esas piştî şer destpê dike û serketiya şoreşê girêdayî alternatîfên ku biafirîne ye. Mînak di fîlmê de piştî şerê çekdarî dema diçin Havanayê di rê de dibîne ku şervan erebeyeke luks bi kar tînin û ji bo erebeyê paş de bidin wan dişîne û dibêje ger hewce bike dê peya biçin Havanayê. Di sahneyeke hevpeyvîneke reş û spî hatiye kişandin de bersiva pirsa ‘Taybetiya esas ya ku şoreşgereke bibe xwedî çi ye?’ wiha dibersivîne; “Du evîn. Evîna mirovahiyê û evîna rastî û edaletê. Bi vê bersivê ve balê dikişîne rastiya ku di têkoşîna wî de cih digirin.

    23’Ê TÎRMEHÊ DIKEVE VÎZYONÊ

    Fîlm li Meksîka, Puerto Rica û Îspanyayê hate kişandin û fîlmê di sala 2008’an de promiyera cîhanê ya li Mîhrîcana Cannesê ya 2008’an de xelata lîstikvanê herî serketî wergirt. Di fîlmê de îdeal û fermandariya Che tê vegotin. Di fîlmê de carcaran hevpeyvîna ku rojnamegerekî DYA’yî ji wî re pêk aniyê tê nîşandan. Di fîlmê de gera Che ya ku li ser navê Kubayê beşdarî Lijneya Giştî ya Yekîtiya Netewan a New Yorkê jî bi tarzekî belgefîlmê cih digire û fîlm cihekî ku mirov li bendê nîn e diqede.

    Derhêner Sodebergh portreya sînemayê ya şervanê azadiyê yê arjantînî Che bi du fîlman ve kişand. Fîlmê yekem ‘Che-Arjantînî’ û di fîlmê duyem ‘Che-Guerrîlla’ ku di fîlmê de rojên têkoşînê ya Bolîvyayê cih digirin û fîlmê 23’ê tîrmehê têkeve vîzyonê.

    Che – Arjantinî (Che – The Argentine)
    Derhêner: Steven Soderberghbrg Senaryo: Peter Buchmanbrg Müzik: Alberto İglesiasbrg Lîstikvan: Benicio del Toro (Che), Demián Bichir (F. Castro), Rodrigo Santoro (Raúl Castro) Julia Ormond (Lisa Howard) Çêkirin: 2008 – DYA, Fransa, İspanya.
    Azadiya Welat

    welatperwer.com 18.06.2009

       
       
     
     
    tavliören.Com © 2006 | designed by a-gentur