|
Kê kir?
Nuh Ateş
Dewra ku seet li gund tune wûye, Jineke Xelikî ji şivanê malê pirs kiriye gotiye “Hemo nimê nivro bû ya newû?”
Hemo xenê bûye ku xudana malê va ji wî pirsîye. Serê xe berjur kiriye û berve royê di paş ewrê gewr da mêz kiriye gotiye “herhal bû!”. Di pê va jî gotiye “na na, herhal hîn newûye!” pêçekê bi şû va jî gotiye “wela ya bû ya jî newû!”
Xudana malê poşman bûyê ku ji Hemo wexta nimê pirs kiriye, pê ra jî di ber xe da bi cewaba wî kenîye û gotiye ”wele mi ji îfade te tiştek fahm nekir!”
Dewra ku ez î neh-deh salî wûm yanê pênce salî di ber vê li gundê Xelika di ser loqim ra şîrîntir tiştêk tunewû. Ku qalê tiştekî xaş û rind dikirin, digotin “wekî loqim e!”
Xortê wî zemanî sewê ku ji dukana Husînê Qûtê ê rehmetî loqim bîstînin cê-genim ji mala bavê didizîn û dibirin dikirin ber loqim.
Li ser loqim behs digirtin. Êvaran axtê ku xort li dukana gund kom diwûn, tê mêz kira ku yêkî gotiye “ku kê kîlok loqim xar teva kir pere ji kêskî min!” De ku tu î mêrî xerê xe zept bike. Yên xizane ku bi hewêsa loqimekî wûn yan jî nefsker wûn ku va tewîstin giliz ji dêv diçilkî.
Li Xelika qala yêkî dikirin, digotin li ser behsê kîlok loqim xariye, hendik maye ku pê biteqe bimre. Perçifîye, gêj bûye û çav di ser hev ra hêltewûne. Xorta tavle ew birine ber kanîya gund av lêkirine û bi bezandin dana, î bi zorê ji mirnîyê filitiye.
Li wan zemanana li gundekî li dukanê gund lawê êxe gotiye “ku kê bi nîvê şevê çû li meydana nava gund gû kir hat, jê ra kîlok loqim ji kêskî min!”
Hena gotiye “va nawe, eyb e, lê ku yêk
biwîne, meriyê pê bi rûswa we!”
Berdevkê lawê êxe gotiye, “çima nawe, şevê reş e, çav çava nawînin. Ku yêk rast ware jî kesî nasnake. Him mêranî ew e ku meri biwêrê vê bike...!”
Simo va di serê xe ra biriye û anîye û gotiye “ez ê bikim !” Î rawûye çûye û du şahîd ji re hêlê ketine. Simo li meydana gund lodek gû kiriye û vegerîye hatiye û kîlok loqim heq kiriye.
Dora dine rê, axê gund di meydana nava gund ra derbas bûye, mêz kiriye ku lodek gû li meydanê ye. Bi wêrinî gotiye “va gûya kê kiriye? Ku ez bizanim kîjan dulê kerê va kiriye, ez ê vî gûyî bi wî bi xarin bidim!”
Pir neçûye mixtar û bekçîyê gund jî tevê cimat li dor gû kom bûye û lê sêr kirine.
Êxe berve mixtêr mêz kiriye gotiye “cikê bêkçî bişînê pê Sadoyî nazir ma ware vî gûyî kefş ke ka yê kê ye!”
Mixtêr gotiye, “na Sado î ku çing bizane!”
“Çing nizane! Çima ew î dused berxî û daykên wana û kurike vî gundî giya di simê ra nas dikê, î ku xudanî vî vî gûyî nas nakê, ê tavle derxe!” Mixtêr lê vegerandiye.
Nazir hatiye, li gû mêz kiriye, di dorê ra çex bîye, xar ve hatiye lê mez kiriye, jê vi dûr ketiye lê mêz kiriye û yên li dorê jî li devî wî mez dikirine. Li ser paşîye nazir gotiye, “ku tu li qalingî û rengê wî û li şekil û şemalê wî mêz dikî gûyê xizana ye. De tu were wê, çend hew danîyê di nav dana. Gûyê Simo ye, çimkî ez şahîdê wê me ku duh êvarê Simo danî xariwûn, loma ev gûyê Simo ye!”
Simo jî ba xort û cahîlên hemsale xe, sewa ku xe bipesine digotiye,”ew cêmêrê ku li meydana gund gû kiriye ez im!” Lê axtê ku mezinê gund va aşkere diavtine ber wî, digotiye “mi nekir!”
Çend roya bi şûva, bi şahîd û ispat gû li Simo hatiye mahrkirin. Merîyê êxe û bekçîye gund Simo birine kirine goma pêz û hêngavtine. Di seri da gotiye “mi nekir”, lê ku kut xarine bi şû va, li xe naye gotiye “mi kir”. Vê carê jî sewa ku li xe naye kutê xarina. Ji paşê da, Simo ê gotiwe “xazka mi ji seri da lixe nawiye, qe ne hînge mi du cara kut nedixarin.
Ez dirêj nekim, li gorê versîyoneke katkirina vê hekatê, ji paşê da derketiye meydane ku êxe û lawê wî fenek li Simo kirine. Simo li dereke di alehê êxe da neçê deng kiriye û va jî gêştiye guhê exê.
Sewa ku hêfê xe ji heyne bi rûşwetdayînê wî va fena li Simo kiriye. Bi rûşwetê bekçîyê gund û berdêvkê lawkê êxe û nazir jî teve vê fenê bûne. Plan ew bûye ku berê Simo îqna bikin ku ew li meydan gund birî. Kiloyek loqim ji bo vê wûye, yanê ew parîyê nanê di feqa mişk da wûye.
Di şer û ihtîlafan sîyasî û civatî da jî meri pir raste vê methodê tê. “Mexdur bike gunekar” wekî nav rınd li vê methodê tê. Li Tirkîyê jî di şerê li dijî kurmanca da va methoda tê dîyîn. Mexdur jî carcaran bi gotin û kirinên xe tewin hacet û qurbanê vê methodê.
Ma bîhna vê methodê ji bombeya ku li Amedê hatibû teqandin naye?
Sahî bombeya ku li Amedê hatiwû teqandin karê kê wû?
Cewaba HPG û KCK li ser vê pirsê tenkî mîna ifada Simo û ya Şivanê ku mi li jur qala wî kiriye wû. Di navbera “me kir” û “me nekir” da çûn û hatin.
Berê gotin “me kir lê bi însîyatîfa komek hevalê li wê cîwarê!” Paşê gotin “me nekir, bibaxşînin!”
Merî bi van gotinên sist û tevlihev mat dimê û şaş tewê ku bê çi!
Kê kiriye lenet lê we. Li dawîyê bi destê medyayê û hêzên tarî ew bûyer li PKK hate mahrkirin.
Ma Xudê kî di vê qonaxê lihevketî da, çi li hudûdê resmî ê di navberê Tirkîyê û İraqê da û çi li gund û bajaran xebat û çalakîyên bi sileh, bi bombe û şewatê yên ku jê zîyan digê can, mal û milkê xelkê bê guneh ji çi ra û ji kê ra bi xêr û bi kêr in? Ma bi wana meri nawe piştbazê methoda gunekarkirina mexduran?
Qe ne ku tu rê û îmkanê di tune ne!
Şûnê vana, nimûne bi minesebeta guhêrandina makyasaya Tirkîyê, li Amedê rêxistinê kurmanca bi hev ra çalakîyekê li ser navê “mîlyonek îmze ji bo perwerda bi kurmancî” li dar xin baştir nawe?
Yan jî vi hewldaneke li ser navê “sewa perwerda bi zimanê zikmakî Amedî rojekê zarokê xe naşînin mektewê” tewenê çi?
Ha ku hun tewêne, xebat û hewldanê bi vî tonî ji me ra sivik û piçûk in û mêla tu kesî nakşînin, hîngê herin li meydaneke Amedê bi ronîvro ji bo lenetkirina sîyaseta Anqerê ya li ser kurd û Kurdistan xe kurtazi rêz kin. Qe newe ji vê tu zîyan nagê can û malê xelkê. Vê guman hewldaneke weng a mêlê mêdyê û dunê û alemê jî bikşîne ser xe.
www.karacadag.de |