* Bi zaravî Xelika
Lİ KÊ ÇÛYE!?
Nuhê Hecê
Kateke weng dihata gotin: Xortekî cahîl hewûye, tişten xeraw dikiriye, loma ji ra digotine xerawo. Hînî nehdeh salî wûye, xêr bi cirana nedikiriye. Pencerê wan dişkênane, diketiya aşxanên wan xwêlî dikiriye şîvên li ser êr.Têr û tu, çi heywan rastê dihatine, xêr pê nedikiriye, tedaye ber keviran. Welhesil yekî şerxaz û karxeraw wûye.
Rokê yekî ji dayka wî, Edulê pirsîye gotiye, ″Edul va lawkî tê li kê çûye?″
Edulê gotiye ″ ew î li xalê xe çûye. Xalê xe
yî tim di nav hing û şeran da wû. Xerawo ji xalê xe van xerawîyan hêvisîn. Xalê ew gêr dikir, li ser sîngê wî rûdinişt, devê wî vedikir, pê da tu dikir û bi ra digot, tukê mi buxe ma tu li mi herî.″
Min di piçûkîya xe da bihîstiwû, ji merîyê zalim, bi tirs û xof ra digotin, muyekî ezrêyîlî bi re ya. Qe na xalê xerawo jî yekî veng wû.
Li Tirkîyê, di sîyasetê da yên mîna xerawo û xalê wî pir in.
Serwezîr Erdogan teqîye û gotiye, ″yek milet, yek dewlet, yek bêraq, yek welat û yên ku vê qebulnakin kêm bıbın herın!″
Ne tiştekî nû ye. Me gotinên bi vî tonî çend cara ji devî serdar û giregirên Tirkîyê bihîstin.
Mena vê gotina Erdogan ″ya hez bike ya ji terk bike″ ye. Lê ew bi vê menadayînê xulî bûye û gotiye ″min wer negot, va slagana MHP ye!″
Ya î bi berda naherê ya jî xelkê ehmaq dizanê.
Çi qey Erdogan nedaye ser û negotiye, Xudê yek e, pêxember yek e, çar jin ji mêra ra heq e, sê kurik ji jina ferz e îbadetxane yek e û camî ye û yên ku vê qebûl nakin, kêm bibin herin!
Kingê yek heq û huquqan ji bo xelkê kurmanc bixaze û otonomi yan jî federalîzmê weki çarê bilêv bike, hîngê çi esker û çi sîvîl elîtên Tirkîye yên serdar diteqin û bi dîtîn û gotinên hana derdikevin pêşîya wî û rêya ji welat barkirina bi wî dinimînin. Bi vê jî namên, her derê bi bêraqan û gotinên wekî, ″xas bi yê ku bê, ez tirk im″ û ″Tirkîyê ya tirka ye″ dixemlînin û kurmanca pê ji yêr derdixin.
Ma Erdogan bi van gotin û dîtinên xwe li kê çûye?
Di destpêkê da hen kesan digotin, Erdogan li Ozal çûye, ew î bi rêya wî da diherê. Ne rast e. Ozal qe newe gotiwû, em ê federasyonê mineqeşe bikin. Birayê wî van rona eşkere kir ku wî di sohbeteke xwe da gotiye, xaska ku navê Tirkîyê Anatolîya bibûya! Kî dizane, huro hebûya belku Erdogan ji wî ra jî bigota, kêm bibe here!
Cikê li durûtîyê mes kin, tirkên Qibrisê federasyoneke bi du milet, du welat û dewletan dixazin, Erdogan û Gul jî destek didin wan. Ma kî yê pê razî biwe ku rum ji wana ra bibên, ″kêm biwin herin!″
Roka ware dawîya vê durûtî û çêroka li ser dînbiratîyê ware û kesên ku pê ketine xewê ê şîyar bibin.
Li Espanîyê di wexta xe da Franko li hember xastekên wekî demorasîyek rast û fereh û otonomî yan federalîyê helwestekê mîna ya Erdogan û yên dine ku wekî wî difkirin nişan dida, neheqî û zilmeke giran, di ber gîştkan jî bi ser bask û katalanan, xelkên bi nasnameyeke cihê da dibarand.
Eynê nerîndî Musolînî li Îtalîyê li xelkê Tîrola Başûr yê ku makzimanê xe almanî û ladînî bû û otonomî dixast kiriwû.
Xas pê ku Îtalî û espanîyan, zû va ye ku ew ji van dîktatorên destbixûn xelas bûne. Ew niha di demokrasîyê û otonomîyê da dijîn, hebûna miletên cihê û makzimanên wana bi resmî tên qebulkirin.
Ku meri li gotin û kirinên serdar û sîyasetmedarên Tirkîyê mês dike ê bibê , qey mûyekî Franko û Musolînî bi wana ra ye!
* Bi Zaravî Xelika:Li gundî Xelika (Karacadag-Qulu- Qonîya) bi devokê ra tewên zirava.
Ev nivîsa bi zaravî kurmancîya Xelika yê dengkirinê hatiye nivîsandin
|