Konferansa kurdên Anatoliya Navîn pêk hat
M. Özgür
Konferansa Kurdên anatoliya Navîn li paytexta danîmarkî Kopenhaenê pêk hat
Konferansa kurdên Anatoliya navîn ku ji aliyê Komîteya madekar û hevkariya Kovara Bîrnebûnê hate lidarxistindi 29.-ê Gulanê de li bajaraê danîmarkî civiya. Di konferansê de siyasetmedarên hêrêmî û hilbijartî yên ji Anatoliya Navîn û lê li Danîmarkayê dijîn û çalak in, birêvebirên Kovara Bîrnebûnê û herweha gelek kurdên ji Anatoliya Navîn beşdar bûn.
Konferasn bi axavtina endamê meclîsa şaredariya Brondbyê Mahmud Erdem vebû û piştî sirûda netewî û rêzgirtina bo şehîdên Kurdistanê ji aliyê redaktorê kovara bîrnebûnê Muzaffer Ozgur hate birêvebirin.
Di Konferansê de pedaog û niviskar Nuh Ateş li ser koçberiya kurdên Anatolyayê, niviskar û lêkolîner Mehmet Bayrak li ser çand û edebiyata kurdên anatolyayê û înkara dîrokî , ji Zanîngeha Bergenê etnolog Hacî Akman li ser mîrata çandî ya kurdên Anatoliya Navîn, pedagog û weşanger Alî Çiftçî li ser perwerdeya bi zimanê zikmakî, aborînas Dr.Nebî Kesen jî li ser Yekîtiya Ewropayê û pirsa kurd, sîyasetmedar û endamê meclîsa şaredariya Isohyê Bîlal Înekçi li ser li Danîmarkayê desthilatiya herêmî û kurd teblîx pêkêşî Konferansê kirin.
Piştî teblîx û minaqeşeyan beşdarên Konferansê bi hev re xwarinek xwar û dawaz kir ku berdewamiya konferansê weha bê.
02.06.2010
|