|
Reva Me ya Stembulê
SEWA XEYALA ARTÎSTÎYÊ
nuh ateş
Çel û pênc sal di ber vê, ez li bajarê Konyayê diçûm lîseya ticaretê. Ji mektebê sar bûbûm, qet dilê min nedixwazt ku xwe bi ser dim. Guhê xwe bi tîngnî ke, hemsalê min, Memê Hemê jî diçû Lîseyê. Em hemgundîyê hev bûn û hevaltîyêke me yê tîr hebû. Ew jî mîna min ji xwandinê sar bûbû. Me kiribû sêrî ku em ê xwandinê cibihîlin û herin Stembulê û bibin artîst.
Me ji sînemayê pir hez dikir. Perên me hendik bûn. Me ji qirika xwe diefşand, lê sewa sinemayê em ê destfere bûn. Me dunê nedîbû û ji gundê xwe û ji gund û bajarên nêzikî wî tu der nas nedikirin. Fîlm ji me ra derîyê dunyake nû vedikir. Dunyeka modern, rengîn û zengîn. Lewma em aşiqe fîlman bûn û bûn hesretkêşê jîyana di filman da. Stembul hîngê bajerê filman bû. Mîna pir kesan, me jî berê xwe da Stembulê.
Me îna dikir ku em ê bibin artîst. Pozê me li ewra digerîya. Çavê me î li rola seraktor bû. Bi rolên ji seraktor berjêr em nedihatin ser. Em her du jî heweskarê spora kereteyê bûn û me kursa wê xetim kiribû. Lewma me ji xwebixwe ra digot, ku em neçar man, qet nebe em ê bibin dublor. Ku ew jî nebû, em ê dêst biavên tucarîya seyar, cincik û mincika bifroşin.
Bi van xeyal û omdîyan me mekteb cihîşt û xwe ji nas û hevalan vedizî û revîyan çûn Stembula xopan. Xalê Memê, Hesenê Fatê Mîmê li Stembulê dijîya, me xwe li wî girtibû. Dê û bavên me li gund bûn û hay ji çûyîna me ya Stembulê sewa xeyala artîstîyê tune bûn.
Tenê hevalekî me bi plana me ya çûyîna Stembolê dizanî. Ew jî Hesê Hewê bû. Di navbera me û wî ra av derbas nedibû. Li gorê plana me, ku em li Stembulê bi şûn û war bûn, hîngê Hesê Hewê jî ê bihata cem me. Lewma jî xwaşî û talîyên rev û rêvîtîya me ya Stembulê neketin para Hesê.
Em qedera du mehan li Stembulê man û vir da û wê da gerîyan lê me tu avil nekir. Di vê navberê da, malbatên me pê hêsîyan ku em ê li Stembulê ne. Wan zor dan ser xalê Memê û ew sucdar kirin. Li ser paşîyê, em mecbûr man şûn da vegerîyan û hatin ser xwandina xwe.
Em bi otebusê ji Stembulê vegerîyan Konyayê û li hêlê Girê Eledîn peya bûn. Bavê Memê, Hemê Hecî Elê û birayê min, Saliyê Hecê hatibûn derîya me. Bi hev ra em helkişîyan serê Girê Eledîn û li ser qenepeyekê rûniştin. Ez û Mem ji fedîyan ra di herdê ra diçûn xwarê û me li rûyên Hemê û Sêlî mêz nedikir.
Tenê Hemê deng dikir. Wî got, ″a rind e ku hun vegerîyan. Em bibên, dused û sêsed qaymeyên we hebû û we ew ê mehek-dumehan herc bikira, lê paşê wê çir bikira!? We caketên xwe bifroştana û we yê bi perên wan jî heftekî-duhefteyan îdareya xwe bikira, lê paşê!? Paşê jî we canê xwe bifroşta!.....″
Me serî kiribû ber xwe û deng ji me dernediket. Kenegîrîyekê bi me girt, lê me bi hundurê xwe da ber dida.
Bi çûyîna ne, lê bi vegerîna ji Stembûlê em pir bi ber xwe ketin. Wexta ku em li tetîla havînê çûn gundê xwe, xelk li me rabû sêrê. Kesekî ku qırfê xwe bi me nekirî nema. Em bûn rûswa! Ji yên ku raste me dihatin, hena tu dikire serçavên me. Hena jî şîret û lome bi ser me da dibarandin. Ji gîştkan pirtir yên ku kurikên xwe li bajêr dixwandin li me didan. Ew ditirsîyan ku em ê ji kurikên wan ra bibin nimuneyên neçê.
Reva me ya Stembulê ber tu tiştî negirt. Xwazteka me ya artîstîyê neçû serî. Artistîyê berde, me meheleya karên sînemayê, ″Yeşîlçam″ bilem nedît. Tucarîya seyar ji bi dest me neket. Dublorî jî nekete para me.
Dublor peyveke fîlmî ye. Ji şûngerê (cigir) artîstan ra dublor tê gotin. Egîtên fîlman carnan ji bo rolên bi taluke yan jî sehneyên zedê seksî ji xwe ra dublora radigrin. Dublorî hunerkarîyeke bi meşeqet e û jê ra wêrekî û profesyonelî gerek e.
Meriv dikane bi kurdî şûna dublor şûnger bikar bîne. Di kurmancîya Anatolîyê da li hen deran peyva ″cigir″ tûne. Şûna wê şûnger heye. Zemanê berê şivanekî, wexta ku dixwazt rojeke li mal bimê û bi gotina hîngê, kincê xwe biguhêre, şûna xwe merivek dişand ber pêz. Ji wi ra digotin ″şûnger″. Bi gotineke din, şivên ji xwe ra dublor radigirt. Ji bo vî karî wî pere dida şûnger yan jî şîranîyên wekî şekirê bena, benê kêndirê û şekîr û fistiq jê ra distand.
Ji yên bê tecrube ra şûngerî ne karekî hêsan bû. Ez bixwe jî çend cara bûma şûngerê şivanan û min serhatîyeke bi tirs jî derbas kir. Ez î pandeh û şanzdeh salî bûm û ji ber şivanekî va çûm ber pêz. Yanê bûm şûngerê wî. Kerîyên pêz yên mezin tim du şivanên li ber wûn. Şivanê ku ez ji ber va herim ber pêz temênên xwe li min kirin û ji min ra cihê ku pez lê diçêrîya helda.
Ez li kerê sîwar bûm û min dev da rêya ku min bigihîne herda pêz. Lê ez dereng mam û hîn ku nehîştîbûm herda pez tarî ji niçkava ketibû herde û mîna ku dibên, çav çava nedîtin. Min xwe li dengê rîngnîya zengilên stûye pêz û fitefita şivên û lêketina kuçikên wî digirt.
Gerek bû ku ez di Newala Pîrikê ra derbas bûma. Newaleke kur bû. Li gorê katkirina çêrokî di vê newalê da ″pîra merxurî″ dijîya. Heşê hîngê bûn, wekî pir kesan min jî bi vê çêrokê îna dikir. Çare tune bû, min çûyê kerê kir û ez daketim newalê, lêbilem xofekê girte min û dil li min qetîya. Li binîyê newalê, li her du hêlên rêyê qeratiyên mezin û gewrkirî ji min va xay dikirin. Wan fîgurên çêrokan yên bi xof dianîn bîra min. Hetanî ku ez ji newalê derketim û gihêştim herda pêz hal di min da nema, beden li min sar bû, mîna ku dibên, ruh ji min kişiyabû.
Welhesil şûngerîya min mîna filmekî tiji qerequre û figurên çêrokî yên bi xof mîna dêvên heftserî û keftar bû. Dora dine rojê, li vegerînê min dît ku ew qeratîyên mezin û gewrkirî yên di newalê da kevirên xwêdanîyê bûn.
Bê bi çûyîna Stembulê çir bîkî, me nedîzanî, jîyan û serhatîyên me bi serî xwe fîlmek bû, fîlmekî rast.
Qet ser vemedin, ter ez î di şandeh salîya xwe da bûme dublor, lê min hay jê nebûye.
çavkanî: Bîrnebûn, hejmar 44
www.birnebun.com
23.01.2010
|
|