Kenegirî:
Nuh Ateş
MODELÊN BİGİRÎ
Di Meclîsa da mineqeşeyeke alafgiran û tijî girî li ser ″Tirkîyê li modela xwe
digere″ hate kirin. Qet qalê mekin, dunya û alem bi vê mineqeşeya tarîxî û hemsalnedîtî mat ma. 
Erdogan bi dengekî girîlêbar modela partîya xwe aşkere kir. Li gorê dengkirina wî navê modele PêAPê (Bi tirkî AKêPê) ″dayik negrîn″ e.
Ji gotinên Öymen derdikeve ku navê modela partîya PêHêCê (bi tirkî CêHêPê) ″dayik bigrîn″ e!`″ Sewa ku her kes fehm bike û kerra jî bi guh bike Öymen bikaraniya vê modelê li Dersimê bibîranî û pê bû sebeba lerîzîneke sîyasî.
Ku tu li rabûn û rûniştin û dengkirinên PêHêMê (bi tirkî MêHêPê) mêz dikî tu yê navê modela wan ″dayik bigîrî kirin″ lê bikî.
Yanê ew ê hazir in ku dayikên yên ku bi dîtina wan bi ″pêşvekirina pirsa kurd″ rê li ber parçebûna Tirkîyê vedikin bigirî bikin.
Navê modela PêCêDê (bi tirkî DêTêPê) ya ku di meclisê da li ser kursîya
namzetê qewtandinê disekine ″mehkumê Îmralîyê negrî″ ye.
Her der şîn û girî ye. Heqê xwe ye ku navê meclîsê biguhêrin bikin ″xanîyê şîn û ajcîyan!″
Ma ewqas êş û girî li Tirkîyê û Kurdistanê ne bes e?
Bi kujtina 7 eskeran li Reşadîyê û qewtandina PêCêDê ji meclisê modela ″dayik
bigrîn″ careke din rûyê xwe yê sar, hilekar û bixof nimand. Navê Modela ″dayik
bigîrîn″ yê bi dizî modela ″gurê merxûrî″ ye. Ew ji kujtin û xwînrijandinê têr nabe.
Dawîya vê Modelê kingê ware kes nizane.Tirkîyê hîn negihêştîye dewra ″dayik negrîn″.
Dewra ″bavik bigrîn″ û ″bavik negrîn″ hîn li pêş wê
20.12.2009
|