TEPİK
Nuh Ateş
Newî ji bapîrê xe pirs kiriye gotiye, “bapîr zewace te û dapîra min çing bûwû?”
“Bavkê min qal dikir, rehmeti alimek wû!” Bêpîr gotiye.
“Alimê çi wû” Newî jê pirs kiriye.
“Î bi hesaw û kitaw wû!” Bêpîr cewab dayîye.
“Ma kesên bi hesaw û kitaw gî alim in?” Newîyê wî yê dehdanzdeh salî lêvegerandiye.
“Na, kurê mi na! Heşê te nagihênê, hîngê kesî xandin ne dizanî, lê wî gazte dixand!” Bêpîr gotiye.
“De qalê zewaca xe û dapîrê bike!” Newî pirsa xe dubare kiriye.

Bêpîr gotiye “zewaca min û dapira te, bavkê min ji min ra veng qal dikir”:
-Tu î berzewac wûyî, em ji te ra li keçikeke minasiw digerîyan. Cîranekî li guhê min xist go, Zêdkê Kedê ji lawkî te ra minasiw e û we bi fedîkirin nade!”
Rokê min rîya xwe di ber malê bavî Zêdkê ra derbas kir. Ku ez gihêştim qirarê malê, mi mêz kir ku Zêdkê li perî xênî li kelekê qelaxê kerma tepika çê dikê.
Min xe tenkî giran kir û mêla xe daye ku Zêdkê destpîyê xê helmaştine ê rixa tepika li hev dixê. Geh bi niga ranav dikeve, geh bi destan, mina ku hêvîr bistrê rixê di ser û bin hev ra dikê.
Wê paşê her du lepên xê gir, mîna ku du bêr dawûbûn rû hev, di bin quça rixê va kirin, bihêndirîyeke serheldayî ji rixe vediqetand û dusê caran vir da û wê da bi herdê va da, mina gogekê qilot kir û heyna bir li ser qelaxê kerma xist û pêda pan kir.
Çi destên pê va wûn lê, dirêjîya tiliya û ya su viqasî bihosteke wû. Ew ji heqê tepik çêkirinê dihate der, di karê xe da pir xumal wû, ustê kerpiça di wê nedihêştin, di hêlê ra ranediwirtin.
Wê siftê ez nedîm, ku çing ez ferq kirim, fedî kir, cîlê derdawên xê helmaştî berdan. Heta hîngê min rûyê xe guhêrî, da rê çûm. Di pêy min va bang kir go, “xalo ware rûne, avka sar vexe, çayekê ji te ra bi ser êr dim!”
Mi go, “na na, ma malê bi xudan we!” Mi di dilê xe da jî go “xalo bi qurbane te we!”
Bi rê da mi di ber xe de go, “Xudê nêşîne, ji va destana tu kar nafilite.”
Ciranên Zêdkê jî qala jêhatîya wê ya ji mêle teşîristinê û tevn kirinê dikirin.
Werhasil ez dirêj nekim, ez pê hatim ser, dayka te jî pê qayîl bû. Me qerara xe da û çû xazt. Xudana jî, Xudê jê razî we, şora me li herdê nêxistin. ......
“Hekate zewaca min û dapira te va ye!” Bêpir gotiye.
Di wê nawerê da dapîr ketiye hundur û bihistîye ku mêrê xe î qala zewaca wana dike, rûyê xe tirş kiriye gotiye,”de bes e, eyb e, tim qalê tiştî weng meke!”
“Çima nekim, ma bizane!” Bêpîr gotiye! Î vê ra jî kenîye, berve nêwîyê xe mêz kiriye û bi destî xe jî dapîr nimandiye, gotiye “Newîyê min, aha ku va destên dapîrê te yên gir û xumalîya tepik çêkirina wê newûyana tu jî netewûyî!”
Li gundan berê jin, keçik û bukên qeramgiran wûn. Ew ji xêrî xu û xususîyetên xe yên ehlaqî û nemusî, bi kar, jîrî û jêhatîyên xe dihatin pesandinê. Hen ji karên wana yên hîngê ew wûn:
Şîv kelandin, nan lêxistin, kinc şuştin, tevn dagirtin, dan kutan, pez dutin, rûn û penêr dagirtin, sêr helçînîn, nivîn dagirtin, cêc wîtin, mal rêxistin, ardû berehevkirin,....
Ji tiştên şewate ra tewên ardû. Ew ji vana ne: Kerme, kûşkûr, kix, kes, xişik,tepik, ... Xamedeya tepikê rix e û ka ye. Rixê teze û kayê li hev diqelfînin, li hev têxin û jê tepika çê dikin.
Tepik ne kerme ye, lê bi kermê va ji cisnekî ye, binata her duyan jî rix e.
Kerme ji rix, pişqûl û kongê binî pêz pêyda tewe. Pez di gomê da rix û mîz dike, paşê li ser çex tewe. Bi vê şeklê binê gomê qat bi qat kerme digre, hetanî barê veqasî 3-4 tilîya qalin tewe.
Barê li gomê kerma bi bêlê bi şekleke çarkenarkî heldikin û dikşînin derva, li ber rê rêdixin ku zîya biwin. Paşê ji kermên zîya bûyî bi şeklê xanîyên Harranê ên kumbedkî qelaxan çê dikin. Zivistanê kermên qelaxê dikin zowa dişewtînin.
Ji rixê hespan jî kerme çê tewin. Lê ew veqasî kermên binî pez pît û bi tîn nawin.
Wi zemanî rix û mîza têreke şûna dermana jî digirtin. Ez î 15-16 salî wûm. Meha Gulanê wû. Buzigeke dernexûn li tilîya min hatiwû, ez ji ber nedihewîm. Mi melemek reş tê da, lê fêde nekir.
Pêzanekî go, here ba Zewê Êhmed. Ez çûm ba Zêwa rehmetî. Zêwê li bizûgê mêz kir go here, siwê zû ware.
Ez dora dinê rê, siwê zû çûm ba Zêwê. Wê rixa mangê ya teze li ser paçekî sipî û pak rêxist û li destê min pêça. Wê got heta siwê ma weng daste, siwê veke, tiştekî te namê.
Heqet jî wer bû, siwê, mi paç vekir, çi mêz kim, bizuga min der bûwû, ez jî rehet bûm.
Ma rix derman e?
Na, lê ku meri neçar ma erê. Belkî tesaduf wû, bi rixê bizug nerm û der bûwû. Ku huro tiştekî veng ware serî min ez nakim.
50 salî di ber vê, li Xelika di guna çûyîna min a mektewê ra, zivistanê teleban tepik yan jî kerme vi xe ra tebirin mektewe. Di bin çengekî da kitaw di bin yê din da tepik, em teçûn mektewe.
Ardûyê mektewê li ser teleban wû. Xarina mamoste (mêxlîm) jî. Çi dewleteke xêrdî ye yan jî ji qerekterê sosyal bêpar e! Qismek ji xercîyên mektewe ji keskî teleban û malbatên wan derdixist.
Huro li Xelika û li gundên dorpaş Xelika rix, tepik û kerma nema ne ku hene jî pir kêm in. Şûna vana gazê û komirê dişewtinîn.
Bi Zaravî Xelika:Li gundî Xelika (Karacadag-Qulu- Qonîya) bi devokê ra tewên zirava.
Ev nivîsa bi zaravî kurmancîya Xelika yê dengkirinê hatiye nivîsandin.
|